
Artêşa Îsraîlê careke din êrişî Sûriyê kir.
Di êrişa li ser gundewarê Hema û Tertûsê de, leşkerekî hikumeta Şamê jî di nav de 3 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Hêzên hikûmeta Şamê jî li gundên Idilb û Laziqiyê nuqeteyên çeteyan topbaran kir.
Artêşa Îsraîl di her fersendê de êrişî xaka Sûrî dike.
Ajansa SANA ya hikûmeta Şamê ragihand ku vê sibê Îsraîlê êrişî Hema û Tertûsê kir.
Pergala parastina ezmanî ya hikûmetê çend moşek bêbandor kir lê ne karî bi giştî encamekê bigre.
Çavdêriya Sûrî: 3 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku navend û nuqeteyên komên çekdar yên girêdayî Îranê yên li van herêman hatine armanckirin.
Li gorî çavdêriyê, cebelxaneyek çekan ya çekdarên Îranê hat rûxandin.
Di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin.
Ji wan 2 ne ji Sûrî ne.
Yê din jî efserkî hikûmeta Şamê ye.
Her wiha 2 kes jî birîndar bûn.
Beriya niha bi 7 mehan jî heman herêm bûbû armanca êrişên Îsraîlê.
Ji destpêka sala 2023’an ve, ev êrişa 5’emîn e ku Îsraîlê êrişî xaka Sûriyê dike.
Beşar El Esed: Mexdûrên erdhejê ji bo avakirina jinûve ji bac û xercan hatine efûkirin
Serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed îro biryarek ji bo mexdûrên Eerdhejê derxist.
Beşar El-Esed diyar kir ku ji bo kesên ji erdhejê ziyan dîtine ku jinûve avakirina mal, avahî û dikan ji hemû bac, xercên darayî û lêçûnên xwecihî hatine efûkirin.
Ev biryar heta 31’ê Kanûna 2024’an wê di meryetê de be.
Hêzên hikumetê cihê çeteyan yên li Idlib û Laziqiyê topbaran kir
Li herêma qaşo ‘Bêçek’ di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer dewam dike.
Çavêdiya Sûrî da zanîn ku hêzên hikumetê bi topan cihên çeteyan yên li gund û bajarokên li başûrê Idlibê topbaran kir.
Her wiha hêzên hikumetê bi heman rengî gundê El-Tifahiye yê li gundewarê Laziqiyê dan ber topan.
Li Derayê dizek hate kuştin
Doh jî li bajarê El-Herak yê li Derayê dema ku kesek dixwest dikanek veguherîna pereyan bideze ji aliyê xwediyê dikanê ve hate gulebaran kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku tevî helwdanên bijîşkan jî lê ew kes îro jiyana xwe ji dest da.