Hevdîtinên KNK’ê yên li Başûrê Kurdistanê bi dawî bûn

Hevserokê giştî yê KNK’ê Ehmed Karamûs diyar kir ku hevdîtinên wan ên li Başûrê Kurdistanê bi dawî bûn û piştrast kir ku ew li wir gihaştin armanca xwe.
Ehmed Karamûs ji bo Newrozê jî bang li hemû partî û hêzên Kurd kir ku Newrozê bi hev re pîroz bikin.

2’ê Sibatê Şandeyek ji KNK’ê bi pêşengtiya Hevserokê giştî yê KNK’ê Ehmed Karamûs serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeyê li wir hinek rêzehevdîtin li gel serokên aliyên siyasî û kesayetên diyar re kirin. Hevdîtin bi dawî bûn.

Back to top button