Li ser Sûrî bazarên 4 alî

Îran, Tirkiye, Hikumeta Şamê û Rûsya bo bazarên nû 15’ê Adarê li Moskowê dicivin.

Bazarên li ser xaka Sûrî, şerê li welat dirêj dike.

Xeyalên welatiyan jî, li ser maseyên rejîman têne firotin.

Niha careke din di planê de bazarên nû tên xuyakirin.

Rêveberiya Moskow ji bo berjewendiyên xwe dixwaze şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji krîza heyî xelas bike.

Vê yekê jî, bi bazara li ser xaka Sûrî, dixwaze pêk bîne.

15-16’ê Adarê Cîgirên Wezîrên Karê Derve yên civîna 4 alî wê bicivin

Dema civîna navbera rêveberên Hikumeta Şam, Tirkiye, Îran û Rûsyayê de, diyar bû.

Weke despêkê wê Cîgirên Wezîrên Karên derve yên van welatan li Moskow bicivin.

Civîn wê 15-16’ê Adarê pêk were.

Armanca sereke ya civînê, weke asakirina peywendiyên navbera Hikumeta Şam û Enqerê de, tê nîşandan.

Civîn wê cara yekem weke formata 4 alî, bi beşdarbûna Îranê were pêkanîn.

Piştre wê dema civîna bo wezîrên karên derve were diyarkirin.

Beriya niha Wezîrên Parastin û Serokên Îstixbaretê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriye, li Moskow hevdîtin pêk anîbû.

Ji ber şer û bazarên ser Sûrî bêtirî 5,6 mîlyon kes koçberî derveyî welat bûn

Li Sûriya ku beriya şer jimara xwe 22 mîlyon kes bû, bêtirî 5,6 mîlyon neçarî koçberiya derveyî welêt bûn.

Her wiha 6 mîlyon û 700 hezar jî di nava xaka welêt de cihên xwe guhartin.

Li gorî daneyên fermî yên rêxistinên navnetewî, li welêt bêtirî 14 mîlyon kes êdî muhtacî alîkariyê ne.

Nêzî 600 hezar kesî, jiyana xwe ji dest da.

Piştî 12 sal tijî bûn, hîna jî di navbera Şam, Enqere, Tehran û Moskowê de bazar têne meşandin.

Her civîna ku tê de bazar li ser xwîna gelê Sûrî tê kirin de, êşên giran bixwe re tîne.

Niha careke din xeyalên azadiya Sûriyan li Moskowyê, ser maseyeke 4 alî ye.

Back to top button