Li Qamişloyê pêşengeha ‘Xemla Adarê’ hat vekirin

Li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê pêşengehek wêneyan bi navê ‘Xemla Adarê’ hat vekirin.

Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Tê de bi dehan xwendekar û mamosteyên zanîngehê amade bûn.

59 tabloyên ku 9 mamosteyên wênesaziyê yên zanîngehê xêz kirine, di pêşangehê de hat pêşandan.

Di pêşengehê de axavtin hatin kirin û hate gotin:

Armanc ji pêşengehê ew e ku huner û çanda zanîngeha rojava pêşkêş bikin.

Pêşangeh dê heta 16ʹê Adarê dewam bike.

Back to top button