HPG: Dagirkeran 46 caran bi balafir û çekên giran êriş kir

Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê yên gêrîla 10 caran bi balafiran, 36 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran bombe kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“12’ê Adarê li herêma Zapê, dagirkeran êriş birin ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.

Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan, derb li dagirkeran xistin.

Her wiha herêmên Metînayê, Zapê û Xakurkê jî 10 caran bi balafirên şer, 36 caran jî bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Back to top button