Hejmara qurbaniyên erdhejê yên Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derket 48 hezar û 448’an

Hejmara qurbaniyên erdhejê yên Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derket 48 hezar û 448’an
Li aliyê din, mexdûrên erdhejê yên di nava şert û mercên giran de dijîn li dijî nexweşiyan têdikoşin
Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên biyanî ku piştî erdhejên Mereşê hatibûn heremê ji bo şewbê hişyarî dan.

Erdhejên ku navenda wê navçeyên Mereşê bûn, li 11 bajaran rê li ber karesateke mezin vekir.

Dewleta Tirk a faşîst ku di destpêka erdhejê de tu destwerdan nekir, rewş hîn girantir kir.

Têkildarî rewşa dawî ya bîlançoya erdhejê, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu li Meletyeyê daxuyanî da.

Soylu, diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 48 hezar û 448 kesan.

Soylu da zanîn 6 hezar û 660 kesên biyanî di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye û got, gelemperiya wan ji Sûriyê ne.

Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da

Li aliyê din, mexdûrên erdhejê yên di nava şert û mercên giran de dijîn li dijî nexweşiyan têdikoşin.

Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên biyanî, ku piştî erdhejên Mereşê hatibûn heremê, ji bo şewbê hişyarî dan.

Endamên Foruma Alîkariya Însanî ya Navneteweyî ya Îsraîlê (IsraAID) û Koma Rizgarkirina Karesatên Xwezayî ya Navneteweyî (Spanya-USAR) têkildarî rewşa li herêmên erdhejê lê rast hatine û pêdiviyên heyî axivîn.

Berdevkê Koma IsraAID’ê Shachar May diyar kir ku di mijara alavên hîjyenê û ava paqij de pirsgirêk hene û got:

“Divê em ji bo herêmê li ser mijara alavên hîjyenê bisekinin.

Hîjyena şexsî pir zehmet bû û heke şewbek derkeve dê ev yek rê li ber krîzeke duyemîn veke.

Divê em li stargehên demkî girîngiyê bidin ava paqij.”

Back to top button