Koma Şano ya li welatê Baskê dest bi turneyê kir

Koma şano ya li welatê Baskê dest bi tûrneyê kir. Komê lîstika bi navê “Hucreya ku şeva wê nîne” ku behsa girtina Rêber Ocalan dike, li bajarê San Sebastîanê pêşkêş kir.

Lîstik 2019’an ji aliyê Galler Irûsta ve hatiya nivîsandin û bi derhêneriya Mîreîa Gabîlondo li ser dikê hat lîstin.

Lîstik, balê dikîşîne ser 4 dîwarên hucreyek îzoleyê û binpêkirina mafên mirovan.

Lîstika bi navê ‘Hucreya ku şeva xwe nîne’ qala pergala li Îmraliyê dike

Irusta qala girtina Rêber Ocalan û fikrên wî yên di bin tecrîda girankirî de, dike.

Di lîstikê de 3 kesayetên ku nûneriya fikrên Rêber Ocalan dikin, bal dikîşîne ser veguherîna siyasî.

Temaşevan nîqaşên di navbera van her 3 kesayetan de dişopîne û heyranê fikrên azad dibin ku tevî astengiyên girtîgehê jî bê sînor in.

Her çendî ku ev çîrok, çîrokeke têkoşîna Kurdan jî be, di rastiyê de Irust û Gabîlondo vê yekê girtin û berxwedana Rêber Ocalan tîne ziman.

Hêjayî gotinê ye ku lîstika “Hucreya ku şeva wê nîne” lîstika destpêkê ya Irusta ye.

Irusta sala1995’an li bajarê Bîlbao yê Spanyayê ji dayik bûye û nivîskareke ciwan ê lîstikan û derhênerê sînema û şanoyê ye.

Back to top button