Hikûmeta Şamê ciwanekî 25 salî li Hesekê kuşt

Hêzên Hikûmeta Şamê, li çarogşeya ewlekariyê ya bajarê Hesekê ciwanekî 25 salî kuşt û yek jî birîndar kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ciwanek û birayê xwe bi şaştî derbasî çargoşeya ewlekariyê ya Hesekê dibin û hêzên Hikûmeta Şamê wan gulebaran dike.

Di encamê de ciwanê bi navê Emar Mistefa jiyana xwe ji dest dide û birayê wî bi birîndarî ji hêla ewlekariya siyasî ya Hikûmeta Şamê ve tê girtin.

Ronahî TV têkildarî vî ciwanê agahî bi dest xistin û derket holê ku ew ciwan bi eslê xwe ji Idlibê ye û di rewşa heyî de malbata wî li Reqayê rûdinê.

Li gor agahiyên me, ev ciwan û birayê xwe bazirganiya pêwîstiyên telefonan dikirin û bi şaştî derbasî çargoşeya ewlekariyê dibin.

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku bi rêya Hêzên Asayîşê, cenaze bo malbata wî hat radestkirin.

Back to top button