Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn

Komîteyên Amadekar ên Newroza Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyan starta Newroza 2023’an eşkere kirin. Di peyamên ku hatî dayîn de wiha hat got: “Ruhê Newrozê dê di 14’ê gulanê de veguhere ruhê mezin ê guherînê.”

Starta Newroza 2023’an bi pêşengtiya Partiyên siyasî, rêxistin û saziyên Kurdistanî û demokratîk li Stenbolê bi deklarasyonekê hate dayîn.

Newroza îsal dê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin.

Komîteya Amadekar a Newroza Mêrsînê têkildarî amadekariyên Newrozê ku wê 19’ê adarê bê li dar xistin li avahiya Rêxistina HDP a Mêrsînê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de Starta Newroza 2023’an hate dayîn.

Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Ozgur Çaglar di daxuyaniyê de axivî û got:

“Em Newroza îsal bi êşa erdheja 6’ê Sibatê pêşwazî dikin.

Em ê Newrozê bi ruhê berxwedanê pîroz bikin û weke mizgîniya têkbirina îktîdarê dibînin.

Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirê Newrozê pêxin

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmîrê jî têkildarî Newrozê ku wê li bajêr were pîrozkirin li avahiya Rêxistina HDP a Bajêr civîna çapemeniyê li dar xist.

Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk axivî û diyar kir ku wê ev Newroz bibe roja hesab-pirsînê û got:

“Em ê 19’ê Adarê Qada Gundogdûyê veguherînin qada berxwedanê.

Bi hemû partiyên xwe, avahiyên tifaqê û dostên xwe re emê qada Newrozê veguherînin qadeke ku hêrs veguhere hêviyê.

Berna Çelîk dawiyê diyar kir ku ewê di hilbijartinên 2023’an de weke hêzên ked, azadî û demokrasiyê rejîma faşîst a AKP’ê û MHP’ê hilweşînin.

Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Colemêrgê jî têkildarî Newroza 2023’an li avahiya Rêxistina HDP a Bajêr daxuyaniyek çapemeniyê da.

Komîteya Amadekar ragihand ku wê pîrozbahiya îsal di 18’ê adarê de li otogara li Taxa Tekserê bê lidarxistin.

Hevberdevkê Komîteya Amadekar ê Newrozê Kadîr Şahîn, diyar kir ku Newroza îsal bi êşa erdhejê pêşwazî dikin û got:

“Em bernameya îsal a Newrozê dîyarî qurbanîyen erdhejê dikin.

Em ê bi ruhê serhildana Kawa, ya li hemberî Dehaqê zalim, hesabê ji faşîzma AKP’ê û MHP’ê bipirsin.

Banga me ew e ku qadên Newrozê bi hevra bibêjin, ‘Her der Newroz, her dem Azadî’.

Em hemû gelê xwe vedixwînin qadên Newrozê.”

Salîha Aydenîz: Em ê şînê vegerînin têkoşîn û hesabpirsînê

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî têkildarê Newrozê nirxandin kir.

Salîha Aydenîz: Em ê ji bo aqûbeta jinan dengê xwe bilind bikin

Salîha Aydenîz destnîşan kir ku peyama sereke di Newrozê de azadiya rêber Abdullah Ocalan e.

Back to top button