Gulê Selmo bû sembola jinên têkoşer a Şoreşa Rojava

Gulê Selmo, têkoşer û dayika ku ji ber kurekî ne yê xwe ve şehîd bûye. Heta niha navê Gulê Selmo li ser zimanê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Wê bi têkoşîn û wêrekiya xwe mîrasa berxwedanê ji jinan re hişt.

13’ê Adara salvegera 11’emîn a şehadeta endama Kongra Star û endama Meclisa Gel a Helebê Gulê Selmo ye.

Gulê Selmo ji şehîdên pêşîn ên Kongea Star e.

Gulê sala 1961’an li gundê Qitmê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ji dayik bûye.

Piştî ku dizewice li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih dibe.

Di salên 80’ê yên sedsala borî de Gulê Selmo fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas dike û wekî jineke Kurd erkên ku dikevin ser milê xwe bi cih tîne.

Di wê demê de cihê xwe di komîteyên xizmetguzariyê de girt, çalakiyan organîze dikir û alîkariyan kom dikirin.

Bi damezirandina Yekitiya Star di 15ʹê Çileya 2005ʹan de, dibe endameke çalak di yekitiyê de.

Gulê Selmo ji ber kurekî ne yê xwe şehîd bû

Destpêka Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ya 2012’an, Gulê cihê xwe di Meclisa Gel a Taxa Şêxmeqsûdê de girt.

Di 10ʹê Adara 2012`an de, komên çete yên girêdayî derve êrişî anîn ser taxa Şêxmeqsûdê û hewl dan rojnamevanekî birevînin.

Gulê Selmo ku bi lehengî li hemberî çeteyan rabû rojnamevan xelas kir, lê bi guleyekê çeteyan ji serê xwe ve birîndar bû.

Gulê di 13’ê Adara 2012’an de li Nexweşxaneya Henan a Eşrefiyê şehîd bû.

“Şehîd Gulê bi wêrekî kesayeta xwe bi hêz kir”

Ezîme Qasim yek ji cîranên şehîd Gulê Selmo bû behsa kesayeta wê kir û got: Şehîd Gulê Selmo bi wêrekî û dilpakiya xwe, kesayeta xwe bi hêz kir.

Back to top button