Rêveberiya Xweser: Hikumeta Şamê nahêle alîkarî derbas bibin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku hîn hikûmeta Şamê nahêle ku alîkariyên ji Silêmaniyê hatine şandin derbasî Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Efrîn û Şehbayê bibin.

Beriya 6 rojan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kamyonên barhilgirên alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve ji bo mexdûrên erdhejê hatine şandin, wergirtin.

Rêveberiyê derbasbûna alîkariyan hêsan kir û gihandin deriyê Tayiheyê.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyek diyar kir ku alîkarên li ber deriyê tayiheyê, ev 6 rojin li benda erêkirina hikûmeta Şamê ne.

Her çendî rêveberiya Xweser xwest ku dosyayên mexdûrên erdhejê nebin mijara bazarên siyasî lê dîsa jî ev rewş ji bo bazarên siyasî tê bikaranîn û astengkirina alîkariyan vê yekê ispat dike.

Beriya vê jî hikûmeta Şamê, 100 tankerên sotemeniyê ku Rêveberiyê ji bo Şehba û Helbê amade kirinbûn, 9 rojan asteng kir û ji bo ku derbas bikin jî, dest danî ser nîvê wan.

Back to top button