Salvegera 35’an a Komkujiya Helebçeyê

Beriya 35 salan, Rejîma Baas a Iraqê bi çekên kîmyewî êrîşî bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê kir û di encamê de zêdetirî 5 hezar sivîl jiyana xwe ji dest da. Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim ev komkujî weke hewildana tunekirina netewa kurdî pênase kir.

Rejîma Baas a Iraqê bi serkêşiya Saddam Huseyîn sala 1988’an bi çekên kîmyewî êrîşî bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê kir.

Di encama vê êrîşê de, zêdetirî 5 hezar sivîl jiyana xwe ji dest da û bi hezeran jî birîndar bûn.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim bi wesîleya salvegera 35’emîn a komkujiya Helebçeyê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Şervan Mislim: Xwestin bi komkujiya Helebçeyê Netewa Kurd tune bikin

Şervan Mislim anî ziman ku komkujiya Helebçeyê di dîroka Kurdan de weke rojeke reş û tarî ye û got: “Bi destê sîstema faşîst xwestin netewa Kurd tune bikin.

Civakên xwe bi nasname û çanda xwe birêve dibin, her tim rastî êrîşên desthilatdariyê tên.

Mislim: Bi rêbazên cuda êrîş kirin lê zihniyet û armanc yek e

Mislim komkujiyên Geliyê Zîlan û Dêrsimê jî bibîr xist û tekez kir ku êrîş bi rêbazên cuda pêk hatin, lê zihniyet û armanc yek e.

Mislim: Êrîşên dewleta Tirk berdewama komkujiya Helebçeyê ne

Hevserokê Zanîngeha Kobanê da xuyakirin, îro desthilatdarîya AKP-MHP’ê bi serkêşiya Erdogan li Bakur, Başûr û rojavayê Kurdistanê, bi êrîşên xwe dixwaze qirkirina hêzên kurd bîne û weha domand:

”Li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bikar tîne.

Dewleta Tirk li dijî gelên Rojava destek da çeteyên DAÎŞ’ê.

Bi rêya êrîşên hewayî, topbaran û şerê derûnî, hêjî êrîşê sivîlên li herêmê dike.

Armanc jî, ji holêrakirin û qirkirina netewa Kurd e. Ev jî berdewama siyaseta komkujiya Helebçeyê ye.

Mislim: Banga me ew e komkujiya Helebçeyê bê naskirin

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim, nenaskirina komkujiya Helebçeyê ji aliyê dewletên neteweyî ve şermezar kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

”Komkujiya Helebçeyê hêj jî, ji aliyê dewletên neteweyî ve wek komkujî nehatiye pejirandin. Banga me ew e ku Komkujiya Helebçe yê nas bikin.

Back to top button