Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Qehreman Qamişlo oxir kir

Li Qamişlo û Hesekê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê ku 4’ê Adarê li Hesekê şehîd bibûn bi merasîmên cûdan hatin oxirkirin. Li Helebê jî tabûra Şehîd Gulê bi toranek leşkerî salvegera 11’emîn a şehadeta Gulê Selmo bi bîr anînin.

Şervanên QSD’ê Qehreman Qamişlo û Cûdî Welat 4’ê Adarê li Hesekê; dema ku erka xwe pêk dianîn şehîd bûn.

Şêniyên bajarê Qamişloyê li goristana şehîd Delîl Saroxan, cenazeyê şehîd Îmad Ibrahîm bi nasnav Qehreman Qamişlo, bi merasîmekê oxir kir.

Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Mihemed Hemawî oxir kir

Li Hesekê jî cenazeyê şehîd Mihemed Hemawî bi nasnav Cûdî Welat li goristana şehîd Dijwar, bi merasîmekê hat oxirkirin.

Di merasîmê de, kesên axivîn soza pêkanîna armancên şehîdan da û weha got: “Şehîd Mihemd Hemawî ji bajarê Himisê ye, ji bo welatê xwe canê xwe feda kir.

Şehîd Mihemed wêrekî û hêza xwe ya parastina ewlehî û aramiya vî welatî îsbat kir.

Dawiyê, wesîqeya şehîd hat xwendin û cenazeyê wî di bin dirûşmeyan de hat spartin.

Şehîd Gulê Selmo bi merasîmeke leşkerî hat bibîranî

Li aliyê Helebê jî merasîma biranîna şehîd Gulê Selmo hebû.

Hêzên Parastina Civakî-Jin bi toraneke leşkerî salvegera 11’emîn a şehadeta çalakvana Yekitiya Star û endama Meclisa Gel a Helebê Gulê Selmo bi bîr anîn.

Back to top button