Li Tirkiyê pêvajoya hilbijartinê û zextên li dijî HDP’ê

Bi nêzbûna hilbijartinan re zextên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî zêde dibin. Ji welatê cuda yên cîhanê bi dehan parlamenter û kesayetên naskirî ji bo piştgiriyê bidin HDP”ê nameyeke vekirî weşandin û gotin, “Em bi HDP’ê re ne.” Di nameyê de tê diyar kirin eger hikumeta Erdogan dawî li hebûna HDP’ê bîne, di heman demê de wê bingehên demokrasiyê yên li Tirkiyê jî ji holê rabin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, pêvajoya hilbijartina serokomarî û parlamentoya dema 28’an bi fermî destpê kir.

Di 18’ê Adarê de partiyên siyasî ên li Tirkiyê bi awayekî fermê dê dest bi xebatên meşandina hilbijartinan bikin.

Li gorî Lijneya Bilind A Tirkiyê, 36 partî wê beşdarî hilbijartinan bibin.

Partî wê bi rengê tifaqan bikevin hilbijartinan.

Partiya Demokratîk a Gelan ku pêşengtiya Tifaqa Ked û Azadiyê dike, heta niha jî bi metirsiya girtina wê re rûbirû ye.

Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ku ji bo pêşî li siyaseta Kurdan bigre, dek û dolabên xwe didomîne.

Di 17’ê Adara 2021’ê de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo girtina HDP’ê doz li Dadgeha Destûra Bingehîn vekir.

Ev doza girtinê ya li hemberî HDP’ê niha derbasî qonaxa dawî bûye.

Her çiqas HDP’ê xwest doz piştî hilbijartinan were kirin jî lê dadgehê biryar da ku doz di 11’ê Nîsanê de were dîtin.

Ji raya giştî a Cîhanî li dijî vê bêadeltiya li hemberî HDP’ê bertek derdikevin.

Kesayetên naskirî yên cîhanê nameyek weşandin: Em bi HDP’ê re ne

Ji welatê cuda yên cîhanê bi dehan parlamenter û kesayetên naskirî ji bo piştgiriyê bidin HDP’ê nameyeke vekirî weşandin

Di nameya piştgiriyê a bi sernavê “Em bi HDP’ê re” de gelek kesayetên navdar cîhanê mohra xwe danîn binê wê.

Beşek ji Nameya piştgiriya bo HDP’ê bi vî rengî ye:

“Doza girtinê asta herî bilind a kampanya dewletê ya li dijî HDP’ê ye ku ji sala 2015’an ve tê meşandin.

Îxtimala girtina Sêyemîn partiya herî mezin a li parlamentê beriya hilbijartinê bi demeke kurt, demokrasiya Tirkiyê dixe nava xetereyeke mezin.”

“Eger dawî li hebûna HDP’ê bê anîn, wê bingehên demokrasiyê ji holê rabin”

Parlamenter û kesayetên naskirî dikin eger hikumeta Erdogan dawî li hebûna HDP’ê bîne, di heman demê de wê bingehên demokrasiyê yên li Tirkiyê jî ji holê rabin û nameya xwe wiha bi dawî dikin.

“Em mafê HDP’ê yê rêxistinbûn, îfadeyê, kombûna aştiyane û tevlîbûna li hilbijartinê diparêzin.

Dem ew dem e ku bi temamî dawî li êrişên hiqûqî yên li dijî HDP’ê bê anîn.”

https://anfkurdi.com/ewropa/kesayeten-naskiri-yen-cihane-nameyek-wesandin-em-bi-hdp-e-re-ne-167397

Back to top button