HANDELSBLATT: TIRKIYE HEM LEŞKERÎ, HEM SIYASÎ LI SÛRIYÊ HATIYE DORPÊÇKIRIN

Rojnameya Alamanî  Handelsblatt derbarê rewşa kambax a dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê gotarek weşand.
Di gotarê de hat gotin ku Tikriye di xaka Sûrî de hem di warê siyasê de hem jî di warê leşkerî de hatiye dorpêçkirin.
Bi taybetî jî piştî kontrolkirina hêzên rêjîma Sûrî navçeya Xan Şêxûn ya Idlibê.

Handelsblatt wiha got:

“Pêşketinên leşkerî yên vê dawiyê teqez kir ku hesabên Enqerê di Sûriyê şaş in.

Êdî leşkerên rêjîma Sûrî li derdora noqteyên kontrola wan diçin û tên.

Hêdî hêdî Enqere bijarde û armancên xwe li Sûriyê wenda dike.

Bi vî awayî Tirkiye hem siyasî hem jî leşkerî li ser xaka Sûriyê tê dorpêçkirin.”

HANDELSBLATT: RÛSYA HEWL DIDE DAWÎ LI HEBÛNA TIRKIYÊ DI SÛRIYÊ DE BÎNE

Derbarê hevkariya Tirkiye bi Rûsyayê re jî rojnameya Alman wiha got:

“Rûsyaya ku ji 2016’an ve bi Tirkiyê re di nava hevkariyê de bû, niha gav bi gav hebûna wê di Sûriyê de tune dike.”

Rojnameyê diyar kir ku niha rêjîma Sûrî û Rûsya bi hev re hewl didin dawî li hebûna Tirk di Sûriyê de bînin.

Ev jî di piştgiriya Rûsya di êrîşên li Idlib û Hemayê de xuya dike.

 

Leave a Reply

Back to top button