QSD’ê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin ku di dema perwerdeya xwe de şehîd bûne û soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina serkeftinê da.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kir.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“Di dewreyeke perwerdeyê ya hêzên me de; ji ber qezayekê 2 şervanên me yên bi navê Cûdî Welat û Qehreman Qamişlo gihîştin asta şehadetê.
Hevrêyê me Cûdî di demeke zû de tevlî hêzên me bû û di gelek cengên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de beşdar bû.
Her wiha hevrêyê me Qehreman jî, ji ber jîrbûna xwe ya di danîna plan û taktîkên leşkerî de, wî cihê xwe di astên pêş de girt û di karê xwe de serkeftî bû.
Em soz didin gelê xwe û malbatên şehîdan ku rêya şehîdan bişopînin û têkoşîn û berxwedana xwe heta bidestxistina serkeftinê bidomînin.”
Li gorî QSD’ê nasnameyên şehîdan wiha ye:
Nasnav: Cûdî Welat
Nav û paşnav: Mihemed Mahir Hemewî
Navê dayikê: Nejdiye
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo 1997
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 4’ê Adara 2023
Nasnav: Qehreman Qamişlo
Nav û paşnav: Îmad Îbrahîm
Navê dayikê: Xezal
Navê bav: Îbrahîm
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo 1995
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 4’ê Adara 2023