Dîroka pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê diyar bû

Komîteyên Amadekar ên Newrozê yên li Binarê Qendîlê û Silêmaniyê startên newroza îsal eşkere kirin.

Endamê Komîteya Amadekariyên Pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê Resul Îbrahîm axivî.

Resul Îbrahîm diyar kir ku pîrozbahî wê bi beşdarbûna gelek hunermendên Kurd yên ji her çar parçeyên Kurdistanê di 21’ê Adarê de li Binarê Qendîlê were li darxistin.

Platforma în li Silêmaniyê bernameya Newrozê eşkere kir

Platforma În Silêmaniyê ragihand ku bi boneya Cejna Newrozê rêze çalakiyên weke konser, festîval, maraton û merasîmên taybet bi beşdarbûna hunermendên navûdeng dê werin li darxistin.

Her wiha ragihand ku wê di 20’ê Adarê de agirê Newrozê li ser çiyayê Goyja dê were pêxistin.

HDP’ê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê vexwendin Newroza Amedê

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murad Sarisaç û Hevseroka Nunertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş li gel endamên HDP’ê serdana aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin.

Her wiha şandeyê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku li Amedê ya Bakurê Kurdistanê were li darxistin vexwendin.

Back to top button