“Divê her kesên azadiyê dixwaze li dijî tecrîdê dakeve qadan”

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan bang li tevahî azadîxwazan kir ku li ddakevin qadan û daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Tebqayê Diyaudîn El Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ditirse ji bo wê tecrîdê giran dike

El Mihemed got:

“Em dê rêya şehîdan bişopînin heta ku projeya neteweya demokratîk pêk bînin û destkeftiyên ku bi saya fikrê Rêbertî bi dest xistine, biparêzin

Emê asta têkoşîna xwe bilind bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Divê tevahî azadîxwaz dakevin qadan û banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî bikin.”

Alaa El Silêman: Emê bi belavkirina fikrê ocalan tecrîdê bê wate bikin

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Alaa El Silêman jî tecrîdê şermezar kir û got:

Divê CPT li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe.

Rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan zelal bike. .

Emê xwe di fikrê Rêbertî te pêşbixin û vê fikrê li her derî belav bikin, kes nikare bi tecrîdê me bi rêbertî qutbike.

Back to top button