
Komîteya Lêpirsîna Navdewletî ya karûbarên Sûriyê, Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Şamê bi negihandina alîkariyên mirovî ji bo erdhejê, tawanbar dike.
Serokê Komîteya Lêpirsênê Paolo Pinheiro got ku “Hikûmeta Sûriyê û civaka navdewletî di nav de Neteweyên Yekbûyî di gihandina alîkariyan bo gelê Sûriyê, bi bin ketin”
Li gor raporê, aliyên navborî di rawestandina şer û hêsankirina rêyên alîkariyê de bibin ketin û pêwsîtiya vê yekê bi lêpirsînê heye.
Komîteyê eşkere kir ku “Hikûmet û Artêşa Sûriyê, rê nedan alîkarî bighêje zîyandîtiyên erdhejê”
Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam jî bi rêgirtina li ber alîakriyan tawanbar kir.
Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ragihand ku ew niha di “warê tawanbariyên ku hinek alliyan alîkarî asteng kirine, lêpirsînê dikin”