RÊJÎM BI PÊŞ VE DIÇE, ÇETE BÊDENG IN Û LI BENDA HEVDÎTINA PUTIN Û ERDOGAN IN

Piştî dorpêçkirina noqteya kontrolê ya dewleta Tirk a dagirker û kontrolkirina bakurê Hemayê bi tevahî, hêzên rêjîma Sûrî amadekariyên xwe yên leşkerî li bakurê navçeya Xan Şêxûnê ya başûrê Idlibê dike.
Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov got ku hêzên rêjîmê li Xan Şêxûnê xwe amade dike da ku pêşketina xwe ber bi Mieret Numan ve bidomîne.

Herêma Mieret Numan jî 25 km bakurê navçeya Xan Şêxûn e û li ser riya navdewletî ya Şam-Heleb e.

Ev demek e hêzên rêjîma Sûrî bi piştgiriya Rûsyayê hewl dide riya navdewletî ji destê çeteyan bigire.

Li gel van pêşketinên rêjîmê, çeteyên siyasî yên dewleta Tirk ango opozisyona Sûrî, bêdeng e.

Lê hema çavên wan bendewarê hevdîtina Putin û Erdogan e ku tê payîn 27 Tebaxê li Moskoyê bicivin.

Ev hevdîtin jî, piştî ku Putin geryana telefonê ya bi Erdogan re paşguh kir, tê.

Ji ber ku Edogan bi riya telefonê tu encam ji Putin negirt, wê 27 vê mehê biçe Moskoyê.

 

Leave a Reply

Back to top button