Navenda çand û hûnera Baqî Xido ya bajarê kobanê jî bi boneya nêzîkbûna roja 21’ê Adarê cejna Newrozê, di nava xebatan de ye.
Zêdetirî mehekê ye ku komên sitran, şano û dîlan amadekariyên xwe dikin.
Ev kom dê heta roja cejnê perwerdeya xwe berdewam bikin.
Her wiha koma Botan, kevana zêrîn û şano gelek sitran û şano amade dikin.
Dê ev kom li navçeya Eyn Îsa û Sirînê jî berî 21′ ê Adarê beşdar bibin û roja cejnê jî Newroza Kobanê pêşkêş bikin.
Derbarê van hazretiyan de, Endamê çand û hûnera Kobanê Kamil Hesen û endamê koma Botan ya sitranan Henîf Osman, dan zanîn ku ew bi dilgeşiyeke mezin, hazretiyên cejna Newrozê dikin.