Artêşa Tirk li Efrînê piştî wergirtina fidyeyê 4 welatî berda

Binpêkirinên ji aliyên dewleta Tirk û çeteyên wê ve li Efrîna dagirkirê dewam dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku fidyek wergirtin 4 welatî berdan. Li gundewarê Ezazê jî erebeya yek ji fermandarên çeteyên “kombûna Şehba” teqiya, di encamê de çete Mustefa Rislan hate kuştin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirker li Efrînê û gundewarên wê ji bo fidyeyê xelkê direvînin.

Efrîn Post ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 4 welatiyên ji gundê Keferzeyte yê Efrîna dagirkirî piştî ku her yek ji wan 400 dolarên Emirîkî dan, serbest berda.

Serkêşek ji çeteyên “Kombûna Şehba” hate kuştin

Her wiha Efrîn Post diyar kir ku vê sibê mayînek bi erebeya serkêşê komek çete yên girêdayî çeteyên “Kombûna Şehba”, li gundewar Ezazê teqiya.

Di encamê de çeteyê serkêş Mustefa Rislan hate kuştin.

Li ser sînorê Tirkiyê jendirmeyan welatiyekî Sûrî kuştin

Ji destpêka şoreşa Sûriyê û heta niha li ser sînorê Sûrî û Tirkê ji aliyê jendirmeyên Tirk bi hezaran Sûrî hatine kuştin.

Duh ciwanek bi navê Mihemed Şergûf ji gundewarê Hemayê dixwest di riya Tirkiyê berê xwe bide dewletên Ewropayê.

Efrîn Post da zanîn ku dema ew ciwan derbasî sînorê Tirkiyê dibe ji aliyê leşkerên Tirk ve, tê girtin.

Şergûf zêdetirî 10 seatan işkence lê tê kirirn, piştî işkenceyê, leşker Mihemed Şergûf bi guleyekê dikujin.

Îro jendirmeyan cenzeyê Mihemed avêtin nêzî daristanek li bajarê Harim yê Idlibê.

Kesên ku dixwazin cenezeyê rakin ji aliyê jendirmeyên Tirk ve tên gulebarankirin.

Ev yek di wext serdana Fermandarê Hêzên Parastina Sînor- Jendirmeyê Tirk cêneral Arif Çetîn ji bo herêma pêşezasî ya li Helebê pêk hat.

Îro Odeya Pêşesazî û Bazirganiyê ya bajarokê El-Rayî yê Helebê cêneral Arif Çetîn hate xelatkirin.

Duh jî, ji bo ciwanê ku ji aliyê jendirmeyên Tirk ve hatibû kuştin, xwepêşandan û nerazîbûn li herêmê hebû.

Li Efrîna dagirkirî çete xanî û dikarnên şêniyan desteserdikin

Desteserkirin, talankirin û firotina xaniyên xelkên Efrînê ji aliyê çeteyan ve jî dewam dike.

Efrîn Post diyar kir ku welatiyê kurd Mehmûd Şêx ji bo ku çeteyê Tirkmen Ehemed Ebû Remo ji xaniyê xwe derxîne, hezar û 500 dolar da Ebû Remo.

Xaniyê Mehmûd Şêx li nêzî taxa Eşrefiyê ya dikeve.

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Îso yê ji gundê korzeliyê hewl dide dikana xwe, ji çeteyê ji Xûtaya Şamê ku beriya 5 salan dagir kiribû, vegerîne.

Herî dawî bi hinceta tamîrkirina dikanê 700 dolarî ji bo teslîmkirina dikanê xwestiye.

Back to top button