Li dijî doza girtinê ya li ser HDP’ê piştevaniya navneteweyî mezin dibe

Li dijî doza girtinê û zextên li ser HDP’ê piştevaniya navneteweyî mezin dibe. Ji 20 welatan gelek partî û parlamenterên siyasî yên navneteweyî nerazîbûn nîşanî doza girtinê ya li ser HDP’ê hatî vekirin, dan. Aliyan destnîşan kirin ger HDP were girtin, di têkîliyên di navbera YE û Tirkiyê de wê derbe çêbibe.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi saîqên siyasî doza girtinê li dijî HDP’ê vekiriye.

Parastina devkî ya têkildarî doza girtinê, wê 11’ê Nîsanê were kirin.

Li dijî doza girtinê û zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê piştevaniya navneteweyî mezin dibe.

Ji 20 welatan partiyên cuda û parlamenteran peyama piştevaniyê dan

Ji 20 welatan gelek partiyên cuda û bi sedan parlamenter peyama piştevaniya bi HDP’ê re dan.

Partî û parlamenterên siyasî yên navneteweyî nerazîbûn nîşanî doza girtinê ya li ser HDP’ê hatî vekirin, dan û gotin: “Dem dema piştevaniya bi HDP’ê re ye.”

S&D, KESK/EFA û GÛE/NGL: Di têkîliyên ye û Tirkiyê de wê derbe çêbibe!

Ji PE’yê ku 705 parlamenterên xwe hene, 6 partiyên sîwanê yên navneteweyî ji bo piştevaniya bi HDP’ê daxuyaniyek hevpar dan.

Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan, Tifaqa Azadiyê ya Keskan û Ewropayê û Çepgira Yekgirtî ya Ewropayê/Çepgira Kesk a Nordîk di daxuyaniya hevpar de destnîşan kirin ger HDP were girtin, di têkîliyên di navbera YE û Tirkiyê de wê derbe çêbibe.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) jî pêvajoya qedexekirina HDP’ê ya ji aliyê dadgeha destûrî ya ne rewa ve bi tundî şermezar kir û got, “Hevgirtina xwe ya tam a bi HDP’ê re ku ji bo Tirkiyeke demokratîk û piralî dixebite, nîşan dide.

Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) em daxwaza betalkirina doza heyî û rêzgirtina hiqûq û azadiya hemû gelên li Tirkiyê dikin.”

Hevseroka die linke ya Almanyayê banga xwedîderketina li HDP’ê kir

Hevseroka DIE LINKE ya Almanyayê û Parlamentera Federal Janîne Wissler hem di daxuyaniya xwe ya Newroza Berlînê de hem jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê banga xwedîderketina li HDP’ê kir.

Ji 23 welatan rêveberên siyasî bang li Erdogan: Êrişên li dijî HDP’ê bi dawî bikin

Her wiha li ser navê Progressive International ji 23 welatan rêveberên siyasî bang li Erdogan kirin û gotin,

“Êrîşên hiqûqî yên li dijî HDP’ê bi dawî bikin.”

Doh jî Partiya Sosyal Demokrat (SPD) jî daxwaz kiribû ku dawî li dozên siyasî yên li dijî qedexekirina partiya HDP’ê bê.

Back to top button