Tevgera Azadî banga tevlîbûna Newroza Qendîlê li gelê Başûr kir

Tevgera Azadî banga tevlîbûna Newroza Binarê Qendîlê li gelê Başûrê Kurdistanê kir û got: “Werin em bi hevre Newroza azadî li Qendîla serbilind pîroz bikîn.

Li Silêmaniyê bi amadebûna Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên û endamên desteya rêveber a partiyê civînek çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de îşaret bi girîngiya Newrozê a ji bo gelê Kurd û gelên herêmê hate kirin û hate gotin:

“Di roja îro de jî meşaleya wî agirî di destên bihêz ên xort û keçên şoreşger û neviyên Kawayê Hemdem û xwendekarên Rêber Apo de geştir dibe û li lûtkeya çiyayên bilind ên Kurdistanê geş dibe.”

Tevgera Azadî banga tevlîbûna Newroza Binarê Qendîlê li gelê Başûrê Kurdistanê kir û got:

“Werin em bi hevre Newroza azadî li Qendîla serbilind pîroz bikîn.”

Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo Newroza Amedê hatin vexwendin

Li aliyê din Şandeyek HDP’ê jî bi amadebûna Parlamenterê HDP’ê yê bajarê Wanê û Hevseroka Nunertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo vexwendina Newroza Amedê serdana aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin.

Back to top button