ŞERVANA YPJ’Ê ZÎN ŞOREŞ LI DIRBÊSIYÊ HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê û Serê Kaniyê bi merasîmekê cenazeyê şervana YPJ’ê Zîn Şoreş li goristana şehîdan oxirkirin.

 

Şervana YPJ’ê Hêvîdar Beşar bi nasnav Zîn Şoreş 21’ê Tebaxê dema bi erka xwe ya leşkerî radibû li Serê Kniyê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Serê Kaniyê cenazeyê şehîd giritin û berê xwe dan goristana Şehîd Rustem Cûdî .

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û malbata şehîd axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn soza şopandina xeta şehîdan dan û gotin,

Şehîd Zîn Şoreş jiyana xwe di oxira parastina gel de da û beşdarî hemû pêngavên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû.”

Dawiya merasîma hevrêyên şehîd cenaze spartin axê.

 

Leave a Reply

Back to top button