Îlham Ehmed: Hikûmeta Şamê sûd ji erdhejê girt û dibe ku bê rewakirin

Seroka Desteya Rêveber a MSD’Ê Îlham Ehmed li paytexta Awustraliya, Viyenayê derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê diqewimin, semînerk li dar xist. Îlham Ehmed got: Nebûna muxalefeteke xurt li hemberî hikûmeta Şamê wê bihêle ku were rewakirin. Divê hêzên muxalif li Sûriyê proseseke demokratîk bidin meşandin da ku rê li ber hikûmeta Şamê û êrişên Tirkiyê bigire

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk derbarê geşedanên dawîn li Sûriyê û Tirkiyê li paytexta Awustraliya, Viyenayê semînerek bi rê ve bir.

Îlham Ehmed pêşî balkişand li ser helwestê li hemberî hikûmeta Şamê û wiha got:

Piştî şerê Rûsya Ûkraniya dosya Sûriyê ji aliyê hêzên navdewletî ve hat cemidandin.

Lê belê piştî erdhejê bi pêşkêşkirina alîkariyan ji hikûmeta Şamê re ji nû ve dosya Sûriyê ket rojevê.

Eger li hemberî wê zexteke xurt ji aliyê hêzên muxalif ve neyên kirin, dibe ku ji nû ve hikûmeta Şamê bê rewakirin û derbasî komkara erebî bibe.

Û dibe ku bigihêja asta ku cezayan li ser wê rakin.

Dewletên ereban li hev kirine ku aloziya Sûriyê bi rengekî bê çareserkirin da ku rê li ber destwerdana Îranê û Tirkiyê were girtin.

Îlham Ehmed: Hilbijartinên Tirkiyê wê bandorê li pêşeroja Sûriyê û herêmê bikin

Îlham Ehmed di nava axaftina xwe de îşaret bi hilbijartinên Tirkiyê jî kir û ev tişt anî ziman:

Çavê her kesî li hilbijartinên Tirkiyê ye û girîng tên dîtin. Ji ber ku Tirkiyê bi hikûmeta heyî destwerdan li gelek welatan re çêkiriye û di serî de Sûriyê.

Eger muxalefet li Tirkiyê bi ser bikeve û hikûmet hat guhertin, dibe ku danûstandineke nû bi hikûmeta Şamê re bike û eger Erdoxan bi ser bikeve dîsa wê danûstandin li gel hikûmeta Şamê bi rengekî cuda bê kirin.

Ji ber vê yekê muxalefta Sûriyê ya herî wê zirarê bibîne.

Rûsiya heyanî ji destê wê tê der wê bihêle ku ji nû ve têkilî bi hikûmeta Şamê re bên normalîzekirin û di serî Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê li hev werin.

Ev yek jî wê bihêle ku hêzên muxalif li sûriyê zirarê bibînin.

Îlham Ehmed: Rêveberiya Xweser dikare rê li ber faşîzma Sûriyê û Tirkiyê bigire

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare rê li ber rewakirina hikûmeta Şamê bigire.

Ji ber vê yekê û tevî hemû astengiyan wek êriş û dorpêça aborî, karûbarên civakê heyanî astekê tên meşandin.

Divê gelê Sûriyê û hêzên muxalif tevî cudahiya nêrînan, bi rengekî demokrasî têkevin nava diyalogan.

Eger proseseke demokratîk were meşandin, wê rê li ber planên rewakirina hikûmeta Şamê û êrişên Tirkiyê bigire.

Back to top button