
Serokê Hikûmeta Şamê Beşar El-Esed dighêje paytexta Rûsya Moskoyê.
Rûpela fermî ya serokatiya Hikûmeta Şamê ragihand ku Beşar El-Esed duh gihaştiye Rûsyayê û ji hêla nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê, Mixaîl Bogdanov û hin rayedarên rûs ve hatiye pêşwazîkirin.
Li gor hin dezgehên ragihandinê, El-Esed dê li gel şandeyeke peyebilind a wezîran danûstandinan bi serokê Rûsya Vladmirir Putin re pêk bîne.