LI SER SÎNORÊ BAŞÛR Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ KOLBEREK KUŞT

Hêzên rêjîma Îranê li ser sinorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîşî komeke kolberan kir. Di encama êrîşê de kolberek jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Ajansa Kolbernews’ê, hêzên rejima Îranê komek kolber li nêzî gundê Sertezên yê parêzgeha Sine ku dikeve navbera sinorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de gulebaran kirin.

Li gorî heman çavkaniyê di encama gulebarana hêzên rejima Îranê de kolberek bi navê Ebdulselam Nenûr yê ji gundê Nenûr a Bane jiyana xwe ji dest da.

Leave a Reply

Back to top button