Li Rihayê 12 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da

Li bakurê Kurdistanê di demekî ku hîna birîna mexdûrên erdhejê ne-hatî pêçan de barana zêde rewş kembax kir. Li Riha û Semsûrê baranên zêde bû sedema lehiyê. Heta niha 14 kesan jiyana xwe ji dest da, kesên winda û di nava tunelan de asê mayîn jî hene.

Ji ber barana zêde ya li Rihayê bariyayî, gelek mal, kargeh, avahiyên cemaweriyê, rê, pir û tunel di bin avê de man.

Xelkê bajêr ji ber vê rewşê bertek nîşanî rayedaran dan.

Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan du meh berê, Xaçerêya Abîdeyê ya bi dirêjiya 150 metreyan vekiribû.

Xaçerê di bin avê de ma û xebatkarên agirkujiyê dema hewl da wesayîteke ku mirov tê de hebûn rizgar bikin, ber lehiyê ketin.

Tunel heta devî tije bû û li gel xebatkarên agirkujiyê bi giştî 6 kes di tunelê de asê man.

Welatiyên ku li derdorê kom bûn, bertek nîşanî bêçaretiyê dan û hat gotin,

Gelek wesayît û mirov di tunelê de asê mane.

Tê gotin, tunel tije herî bûye û ji bo derxistina wan tu rêyên derketinê nînin.

Heta niha 12 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Beşa lênihêrîna awarte hate veguhestin

Di heman demê de jêrzemîna Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyyubiye ya Rihayê ku beşa lênihêrîna awarte ye û li ser qada çandiniyê hatiye çêkirin jî di bin avê de ma.

Nexweşên li vê beşê diman, bo nexweşxaneyên navçeyên navendî û yên bajarên derdorê hatin veguhestin.

Li Semsûrê du kes mirin û xebatên lêgerînê ji bo 5 kesan didome

Li Semsûrê jî rewş heman e.

Ev demeke li herêmên erdhejê baraneke zêde dibare û li gelek bajaran lehî rabûn.

Li navçeya Tûtê ya Semsûrê ji ber barana zêde lehî rabû.

Kon-teynireke mexdûrên erdhejê tê de diman ku li baxçeyê malekê hatiye danîn, li ber lehiyê ket.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû daxuyand ku ji ber lehiyê li Semsûrê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û xebatên lêgerînê yên ji bo 5 kesan jî didomin.

Li Meletyeyê konên mexdûrên erdhejê di nav avê de ma

Li navçeya Wêranşar a Meletiyê ji ber barana zêde û bagerê, konên mexdûrên erdhejê di bin avê de man.

Back to top button