Zelensky: Ji bo serketinê tişta ji destê me tê divê em bikin

Serokomarê Ukrayna Zelensky got: Ji bo serketinê tişta em dikarin divê bikin.
Li aliyekî din, Parlamentoya Lîtvanya koma çekdarên Wagner a Rûsî weke “rêxistineke terorê” nas kir.

Şerê li Ukrayna di meha xwe ya 13’an de ye.

Di nava vê demê de, heta niha Moskow û Kîev di armancên xwe de israr dike.

Peyamên ji van welatan derdikevin jî vê yekê nîşan dide

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky li ser rewşa dawî peyamek vîdeo parve kir.

Zelensky got: “Em ê di vî şerî de bi ser bikevin.

Ji bo vê em her tiştî dikin.

Em piştgiriyê didin hev.

Em dewletê xurt dikin. Em bi rastî ji bo welatê xwe û hevalên wî şer dikin ûnehêlin dijmin axa me û rûmeta Ukraynayê bi dest bixe.”

Zelenskiy diyar kir ku serokwezîra Îzlandayê Katrin Jakobsdottir serdana Kîevê kir û ev tişt anî ziman:

Îzlanda welatek e ku alîkariyên siyasî û mirovî pêşkêşî Ukraynayê dike û dengê xwe li hevpeymaniya cîhanî ya Ukraynayê û parêzvanên azadiyê zêde dike.

Zelenskiy derbarê hevdîtina xwe de wiha got;

“Me li ser hevkariya di aliyên Ewropî-Atlantîk û Ewropayê de, di pêkhateyên navneteweyî de gotûbêj kir.

Yek ji mijarên sereke dewleta terorîst û cezakirina hemû qatilên Rûsyayê bû.

Îzlanda ku ji bo Rûsya ji ber êrîşên xwe bên darizandin dikare xwedî girîngiyeke mezin be.

Em ji bo Lûtkeya Serokan amade ne.”

Zelenskiy bal kişand ser raporên ku di axavtina xwe de ji serkirdeyê leşkerî wergirtiye û wiha got:

“Mebesta sereke koma yekîneya operasyon û stratejî ya Xortitsa û Bahmut e.

Hemû lîder xwedî helwesteke zelal in: Ji bo xurtkirina vî alî, zirara herî mezin dayîna dagirkeriyê ye.”

Lîtvanya koma çekdarên wagner xist “lîsteya teror ê”

Li aliyekê din, ji ber kiryarên koma çekdarên Wagner yên Rûsî bertek zêde dibin.

Herî dawî Parlamentoya Lîtvanya koma çekdarên Wagner xist “lîsteya terorê”.

Lîtvanya bang li welatên din jî kir ku heman helwestî nîşanî koma Wagner bidin.

Hemwextî biryarê, damezrênerê koma Wagner Yevgeniy Prigojin anî ziman ku ev biryar wê ti bandoreke li ser wan neke.

Back to top button