Di navbera Amerîka û Rûsya de krîza balafira bêmirova

Balafireke bêmirov ya Amerîka li Derya Reş ket.
Vê yekê Waşîngton û Moskow anîn pêşberî hev.
Balyozê Rûsyayê yê li Waşîngtonê ji bo Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hat vexwendin.

Ketina balefira bêpîlot a Amerîkayê li ser Derya Reş aloziya navbera Waşîngton û Moskowê zêde kir.

Balyozê Rûsyayê ji bo Wezareta Derve hate vexwendin

Amerîkayê ku Rûsya ji xistina balafira bêmirov a MQ-9 Reaper berpirsyar dibîne, Balyozê Rûsyayê yê li Washingtonê Anatoli Antonov vexwend Wezareta Karê Derve kir.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê ragihand ku civîna li wezaretê “çêker” bû û “encamên” bûyerê yên ji bo Rûsyayê nehatine rojevê.

Antonov jî derbarê hevdîtinê de daxuyanî da û got:

“Em di wê baweriyê de ne ku girîng e rêyên danûstandinê vekirî bimînin.

Li gorî daxuyaniyên artêşa Amerîkayê, balafira bêmirov danê sibê dema ku li qada hewayî ya navneteweyî li ser Derya Reş firîna rûtîn keşfê dikir, hat xistin.

Waşîngton: Balafira bêmirov ji aliyê su-27 ve hatiye xistin

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Ewropayê ya Amerîkayê, 2 balafirên şer ên Rûsyayê Su-27 bi awayekî “xeterdar û neprofesyonel” nêzî balafira bêmirov bûne.

Balafirên Rûsyayê despêkê sotemenî rijandin ser dronê û piştre jî xistine.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pat Ryder, balafirên şer ên Rûsyayê 30 heta 40 deqîqeyan li kêleka balafira bêmirov firiyan.

Ryder da zanîn ku balafira Rûsyî ya bi balarfira bêmirov ya wan re li hev ketî jî zirart dîtiye.

Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdiaya ku balafirên Rûsyayê bi balafirên bêmirov re têkilî danîne red dike.

Kirby: Em ê xebatên xwe yên li Derya Reş bidomînin

Berdevkê Konseya Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî John Kirby îdiayên aliyê Rûsyayê red kir.

Kirby got:

Bi awayekî rêkûpêk ev saleke em li qada hewayê firînên xwe pêk tînin û ev yek wê bidome.

Beriya niha jî Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) ragihandibû ku balafirên Rûsya destwerdanê li xebatên wan yên herêmê dike.

Balafirên bêmirov ên cureya Reaper dikarin çekan rakin û ji bo keşfê jî têne bikaranîn.

Back to top button