Merasîmên Çarşema Sor veguherî xwepêşandanên li dijî deshilatê

Li Îran û Rojhilatê, çalakiyên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bi hatina cejna Newrozê re gurtir bû.
Merasîmên Çarşema Sor jî veguherîn xwepêşandanên li dijî deshilatê.
Her wiha ji despêka salê ve heta niha li Îranê rêjeya darvekirinê ji sedî 24 zêde bûye.
Bi gotineke din, her 14 saetan kesek tê darvekirin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, hêrasa li dijî rêveberiya deshilata Tehranê kêm nabe.

Merasîmên Çarşema Sor, îsal veguherî çalakiyên li dijî deshilatê.

Tevî tedbîrên tûnd ên ewlehiyê, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji Urmiye ta Îlamê ciwan daketin kolanan, agir pêxistin û dirûşmên gotin.

Li gor agahiyan li hin cihan di navbera hêzên deshilat û xwepêşandêran de pevçûn derketin û hin ciwan hatin binçavkirin.

Li ser asta Îranê jî li gel pîrozkirina Çarşema Sor li piraniya parêzgehên Îranê yên wek Tehran, Meşhed, Şîraz, Ehwaz û Zahîdan merasîmên pîrozkirinê veguherîn xwepêşandanan.

Agir li kolanan hatin pêxistin, wêneyên Ruhula Xumeynî û Elî Xamneyî hatin şewitandin.

Li piraniya bajaran alozî di navbera xwepêşander û hêzên rejîmê de derket, gelek xwepêşander hatin binçavkirin û hinek jî birîndar bûn.

Li gor bangewaziyên çalakvanan, tê payîn îro jî xwepêşandanên seranserî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê werin lidarxistin.

Li Îranê di her 14 saetan de kesek tê darvekirin

Li gor daneyên nû, hejmara kesên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine bidarvekirin, ji destpêka Zivistana îsal ve li gor 15 salên borî ji sedî 24 zêde bûne.

Bi gotineke din, di her 14 saetan de kesek tê bidarvekirin.

Navenda Amaran a Îranê di rapora xwe ya nû de eşkere kir.

Li gorî navendê ji destpêka sala 2008’an ta niha herî kêm 7 hezar 850 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.

Di raporê de tê eşkere kirin ku di nava 65 rojên destpêkê yên îsal de herî kêm 113 kes li Îranê hatine bidarvekirin.

Li gor rapora Rêxistina Efûya Navdewletî, Îran piştî Çînê di rêza duyem a welatên ku herî zêde cezayê bidarvekirinê lê tê bicihanîn de cih digre.

Her wiha piştî serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ destpêkirî û pêde de 4 xwepêşander hatine bidarvekirin.

Cezayê darvekirinê li bêtirî 110 kesan hatiye birîn.

Back to top button