KNK: Ji bo bidawîbûna komkujiyan divê hêzên siyasî tifaq bikin

Bi rast hatina salvegera 35’mîn a kîmyebaran Helebceyê, Kordînasyona Kongra star û Konseya Rêveber a KNK’ê peyamên cuda dan û gotin: Ji bo qetlîamên mîna Helebceyê dubare nebin, divê hêzên siyasî tifaqê bikin.

Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi heman boneyê daxweyaniyek nivîskî da.

KNK’ê di şexsê şehîdên Helebce û Enfalê de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got:

“Em rejîmên kujer û dakirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Em rejîma Kujer a ku li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê me bi cekên kîmyewî êriş pêk anîn şermezar dikin.

Her ji destpêkê ve, dema rejîma Beas li Iraqê bû desthilatdar dest bi komkujiya Kurdan kir.

Lê ewa li Helebceyê qewimî, yek ji mînakên herî mezin ên tawankariya sedsala 20’an e.

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku di sedsala derbasbûyî de gelek qetlîamên mezin li ser gelê me pêk hatin, Mixabin heya niha weke jênosayd nehatine naskirin û weha bi dawî kir:

Ji bo qetlîamên nû yên mîna Helebceyê çênebin, divê hêzên siyasî bi hevre di nava tifaqê de bin.

Divê hêzên parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin.”

KCK’ê ji bo Helebce daxuyanî da

Back to top button