Li Şemzînanê agirê Newrozê hat vêxistin

Li navçeya Şemzînan a Colemêrge agirê ewil yê Newroza îsal a li Bakurê Kurdistanê hate pêxistin.
Di pîrozbahiya ku ciwan û jin lê zêde bûn de dîmenên rengîn derketin holê.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ên li vir axivîn, gotin
Heta Rêbe Apo azad dibe dê têkoşîna wan berdewam bike

Newroza îsal a li Bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin.

Ji ber Karaseta erdhejê Newroz diyarî qurbaniyên erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de hate kirin.

Îro, li navçeya Şemzînan a Colemêrge starta ewil a Newroza 2023’yan hate dayîn.

“Heta Rêber Apo azad dibe dê têkoşîna me dewam bike”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ên li vir axivîn, gotin

Heta Rêber Apo azad dibe dê têkoşîna wan dewam bike

Piştî daxuyaniyê koma qelebalix li Dola Rewşenê ya li ser rêya Şemzînan û Geverê agirê Newrozê pêxist.

Agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê ku sembol in, hate vêxistin.

Ji damezirînerên PKK’ê Mazlum Dogan, di 21’ê Adara Sala 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî sepanên dermirovî bi 3 zilikên şixartê agir berdabû bedana xwe û ev çalakî li dîrokê nexş kir.

Bi hilkirina agirê Newrozê re girseyê bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.

Back to top button