Li Til Hemîs 41 şehîdên mihên Çile,Sibat û Adarê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo 41 şehîdên mehên Çile, Sibat û Adarê ku îsa li cihên cuda şehîd bibûn, bi bîr anîn.

Merasîma bibîranînê li navenda çandê ya navçeyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, ewlekariyê û malbatên şehîdan hat lidarxistin.

Di merasîmê de kesên axivîn, hemû şehîdên azadiyê bi bîranîn û bal kişand ser rola şehîdan di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotin:

Parastina herêmê erka her kesî ye.

Her weha soza mezinkirina têkoşînê heta bi pêkanîna armancên hat şehîdan dayîn û bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku xwedî li projeya demokratîk derkevin.

Back to top button