HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li qadên Saca, Çemço û Sîdayê 28 caran bombe li çeperên berxwedanê barand.
Tevî ku Gêrîlayên azadiya Kurdistanê li ser banga KCK’ê di pozisyona parastinê de ne û çalakiyên xwe dane rawestandin jî, lê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe dewam dike.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk wiha ye:
“Di 14’ê Adarê de li qadên Saca, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê, 28 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”