QSD’ê li Dêrazorê çeteyekî DAIŞ’ê girt

Yekîneyên Antî Teror YAT yên girêdayî QSD’ê li Dêrazorê çeteyekî DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser malpera xwe derbarê operasyonê daxuyaniyek da.

QSD’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Li Dêrazorê guman li ser kesekî hat ku, ji şaneyên çeteyên DAIŞ’ê re kar dike.

Piştî şopandina hêzên me, hate ispat-kirin ku kesê bi guman bi istixbaratî li gel şanên DAIŞ’ê kar dike da ku plankirina operasyonên terorîstî pêk bînin.

13’ê Adarê hêzên me yên taybet YAT bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî li Dêrazorê ew çeteyê DIAŞ’ê bi operasyonek taybet, girt.”

QSD’ê diyar kir ku dema lêgerînê, çend çek û alavên leşkerî ku di destê wî de bûn, hatin rakirin.

Navenda Ragihandinê a QSD’ê dawiyê da zanîn ku heta dawîanîna terorê li hemû xaka herêmê, wê operasyonên wan yên li dijî terorê dewam bikin.

Back to top button