MSD: Berê Şoreşa Sûriyê hat guherandin û ket xizmeta hin aliyan de

Beriya 12 salan weke îro, xwepêşandanên li dijî hikumeta Sûrî, li gelek bajaran dest pê kir. Ji wê demê ve li Sûriyê kirîzê dest pê kiriye ku heta niha jî, tu çareserî jê re nehatiya dîtin. Bi vê boneyê Meclisa Sûriya Demoqratîk MSD, her wiha Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD daxuyanî dan û teqezî li ser girîngiya diyalogê di çareserkirina kirîza sûriyê de kirin.

15’ê Adara 2011’an xwepêşandan li dijî hikumeta Şamê li gelek bajaran dest pêkirin.

Ji wê rojê û heta îro ku 12 sal temam dibin, li Sûriyê kirîz bi dawî bebûye û alozî her dewam e.

Bi armanca salvegera 12’mîn a aloziya Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk MSD civînek çapemeniyê li dar xist û daxuyaniyek da.

Civîna çapemeniyê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişlo hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisê Emîne Omer di daxuyaniyê de behsa destpêka tevgera gel a ji bajarê Der’ayê kir û weha got:

“Berê Şoreşa Sûriyê hat guherandin û ket xizmeta berjewendiyên hin aliyan de.

Aliyên destwerdanê li Sûriyê dikin, guh nadin hêvî û xeyalên sûriyan.

MSD: Qalibên fikrî hatin şikandin û jixwebawerî zêdetir bû

Emîne Omer diyar kir ku li aliyê din destkeftîyên dîrokî jî hatin bidestxisitn û ev tişt anî ziman:

Van destkeftiyan qalibên fikrî û siyaseta berê şikandin û jixwebawerî zêdetir bû.

Ev her du destkeftî divê ji dest neyên dayîn.

PYD: Piştî salan, tu gaveke cidî ber bi çareseriyê ve nehatiye avêtin

Girêdayî heman mijarê, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD jî daxuyaniyek nivîskî belav kir û got:

“12 sal di ser krîza Sûriyê re derbas bûn, bêyî ku gaveke cidî ber bi çareseriyê ve bê avêtin.

Di 12 salên aloziyê de Sûriye veguherî qadeke tesfiyekirinên mezhebî, şerên herêmî û navneteweyî

“opozîsyon û rejîmê” tu projeyek çareseriyê pêşkêş nekirin, berovajî wê, alozî kûrttir kirin û qetilkirin, wêranî û destwerdanên derve bi xwe re anîn.

PYD: Kirîza Sûriyê di qonaqên herî dijwar re derbas dibe

PYD dibêje:

Krîza Sûriyê di qonaxên xwe yên herî dijwar re derbas dibe û bandorê li siberoja Sûriyê dike.

Bi wê re ji hêzên nîştimanî yên Sûriyê tê xwestin ku bi asteke bilind û lez tevbigerin.

Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an xwestekên gelên Sûriye yên ji bo guhertina demokratîk pêk anîn.”

PYD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwestekên gelên Sûriyê pêk anîn

PYD bang li gelê Sûriyê û hêzên niştimanî kir bi hev re ber bi avakirina xebateke niştimanî ve gavan biavêjin da ku welat ji aloziya wêranker rizgar bikin û Sûriyeke azad a ne-navendî ya demokratîk ava bikin.

Back to top button