“Girîngiya rizgarkirina Efrînê di çareserkirina kirîza Sûriyê de”

Di salvegera 5’mîn a êrîş û dagirkirina Efrînê de, li Malbenda Çandê ya Helebê li taxa Şêxmeqsûdê panelek hate lidarxistin.

Panel bi sernavê ”Girîngiya rizgarkirina Efrînê di çareserkirina kirîza Sûriyê de” bi beşdariya siyasetmedar, rewşenbîr û saziyên Şêxmeqsûdê ve hat li dar xistin.

Beşdarên semînerê gotin: Negilîkirina hikumeta Şamê ji Konseya Ewlehiyê ya NY re dibe sedema dewamkirina dagirkirina Efrînê û herêmên Sûriyê yên din

Ji rêveberiya panelê, Leyla Xalid ji televizyona me re axivî û diyar kir, girîngiya erdnîgariya Efrînê, rewşa ewlehî û siyasî ya Efrînê beriya dagirkirina wê hatin nîqaş kirin.

Leyla Xalid teqez kir ku ew weke gelê kurd ê Efrînê ti carî dev ji warê xwe bernadin û ewê berxwedana xwe, ta rizgarkirina Efrînê, bidomînin.

Back to top button