HDP Partiyên siyasî yên Başûr, vexwende Newroza Amed ê

Îro şandeya HDP’ê a li Silêmaniyê serdana YNK’ê kir û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ji bo Newroza Amedê vexwend.

Şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ku ji Parlamenterê HDP’ê Murad Sarisaç û çend Nuner û endamên HDP’ê pêk tê serdana aliyên siyasî yên Başûr kirin.

Şandeya HDP’ê li Silêmaniyê serdana YNK’ê kir.

Şande ji aliyê Berpirsê Ofîsa Peywendiyan a YNK’ê Emîn Baba Şêx ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Şandeya HDP’ê, Serokê YNK’ê Bafil Talebanî vexwend Newroza Amedê.

Piştî serdanê, Parlementerê HDP’ê Murad Sarisaç derbarê serdanê de ji Rojnews re axivî û got:

“Newrozeke dîrokî li pêşiya me heye. Ev Newroz wê helwesta Kurdan a ji bo sed salên bê, diyar bike.

Ev roj ji bo me Kurdan giring e.

Lewma em hatine Başûrê Kurdistanê û me partiyên siyasî vexwendin Newroza Amedê.

Back to top button