Hikûmeta Şamê dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dewam dike. Ne pêdeviyên jiyanî, sotemenî û Tenduristî derbasî herêmê navborî nabin. Hevserokê Nexeşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Osman Îsa diyar kir ku eger ev rewş dirêjtir bibe wê Nexweşxane ji xizmetê derkeve.
Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta Şamê ev zêdetirî 5 salan e dorpêçek giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz dike.
Ev yek jî yekser bandoreke neyînî li ser jiyana şêniyan dike.
Hêzên hikûmetê nahêlin hemû pêdeviyên jiyanî û sotemenî derbasî wan taxan bibin.
Nexasim jî, li dijî sektora tenduristiyê ku ji Tebaxa 2022’an ve hatiye girankirin.
Li her du taxên ku hejmara wan 200 hezar niştecih e tenê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir heye.