JI BER KAMBAXBÛNA REWŞA WÎ, SIBE ERDOGAN DIÇE MOSKOYÊ

Li Sûriyê.. pêşketinên dawî yên têkildarî aloziya Sûrî bi giştî, û rewşa Idlib û Hemayê bi Taybetî, dibin sedema serdana awarte ya serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan ji Rûsyayê re ku tê payîn wê sibe pêk were.
Wer xuya dibe ku Erdogan di çirava Sûrî de tam fetisiye ku nikare li benda Astana 14 a ku di nîvî Îlona bê de tê lidarxistin, bimîne.
Ji bo vê jî sozeke nêz û lezgîn ji Kremlenê wergirt û sibe berê xwe dide Moskoyê.

 

Idlib û Hemayê rewşa Erdogan û planên wî serobinoyî hev kirin, lewre sibe ber bi Moskoyê ve difire.

Erdogan bi hêvî ye ku danûstanidnên sibe dawî li dorpêçkirina noqteya wî ya li bakurê Hemayê bîne û di heman demê de jî rê li pêşiya dorpêçkirineke din a gengaz bigire.

Helwesta rêjîma AKP derbarê pêşketinên li ser erdê û rêbazên çeteyên wî di van rojên dawî de meşandine, bi xwe re payînên diyarkirina demeke nû û sînorkirî ji pêkanîna xalên Hevpeymana Soçiyê re tîne.

Bi taybetî jihevxistina çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam û vekirina herdu riyên navdewletî: Heleb-Hema û Heleb-Lazqiye.

Li gorî çavdêran, hatibû pilankirin ku ev xal di civîna Astana bê de di navbera hersê hevkaran de bihata gotûbêjkirin.

Lê hema rûdanên li ser erdê lez da vekirina vê mijarê û dewleta Tirk a dagirker anî hember biryarên dijwar.

Bi taybetî jî li gel berdewamiya hêzên rêjîmê di amadekariyên xwe de li Xan Şêxûnê tevî amadekirina nexşeya pêkanîna pilanên xwe.

Çawa be jî, û tevî ku dibe herdu hevkarên aloziya Sûrî sibe heta radeyekê li hev bikin jî, lê hema wê ne li gorî hêviyên Erdogan be.

Ji ber ku hemû lîstokên wî ters lê vedigerin, niha xwedî helwesteke lawaz e.

Her wiha firehbûna herêmên dikevin bin kontrola rêjîma Sûrî jî, wê rewşê ber bi Soçiyeke nû ve bibe.

Leave a Reply

Back to top button