Li Şengalê ciwanek ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da

Li Şengalê jî di encama barana zêde de lehî rabû û hate ragihandin ciwanek ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye.

Doh piştî nîvro li Şengalê di encama barîna baranek bi hêz de lêhî rabû.

Lêhiyê zerer da gelek mal, dukan û rêyan.

Her wiha di encama lêhiyê de ciwanek ji gundê Kersê bi navê Îsa Qewal jiyana xwe ji dest da.

Tevî hemû hewldanên gundiyan jî nekarîn rizgar bikin.

Asayîşa Êzidxanê ji bo her buyerekê bang kir û got:

“Em hêvîdarin her kes baldar tevbigere û kesê bê kar ji mala xwe dernekeve.

Her wiha ji bo her buyerekê gelê me ji bo hewarê dikarin bi rêya telefonên me yên navenda xwe bigihînin me.”

Back to top button