TÛRGÛT: HER OCALAN DIBÊJE AŞTÎ, DEWLET DIBÊJE ŞER

Berdevkê Koma Aştiyê Nûrettîn Tûrgût ku sala 2009’an bi banga Ocalan hate Tirkiyeyê, daxuyaniyên dawî yên Ocalan nirxand.
Tûrgût got:
“Ji bo aştiyê em çiqasî hewl bidin jî niyeta dewletê ya ji bo lihevkirinê nîne.
Her ku Ocalan dibêje aştî, dewlet bi qeyûman dibêje şer.”

 

Tûrgût anî ziman ku Ocalan 30 sal in bêkêmasî ji bo aştiyê hewl dide û got:

“Wî zanîbû ku pirsgirêka Kurd ku temenê wê bêtirî sed salî ye, tenê bi şer çareser nabe.

Mixabin me ji destpêkê ve zanîbû û me didît ku vê dewletê ti carî xwe neda ber çareseriyê.”

Tûrgût diyar kir ku tevî hemû gavên dewletê yên li dijî aştiyê, Rêber Ocalan û gelê Kurd bi gavên xwe her tim nîşan dan ku ew alîgirê aştiyê ne.

Tûrgût ragihand, îro jî Ocalan ji bo aştiyê hewl dide, ji bo vê bi rengekî eşkere bang kiriye û wiha got:

“Tevî ku em ji bo aştiyê hewl didin, qeyûmên li sê şaredariyên me yên mezin hatin erkdarkirin, nîşan dide ku niyeta dewletê nîne ku bi me re li hev bike.

Banga min ne tenê li gelê Kurd e.

Bang li her kesên xwedî wijdan dikim ku tevlî vê têkoşînê bibin.”

Leave a Reply

Back to top button