Li dijî dagirkirina şaredariyên HDP’ê ji aliyê qeyûman ve, bertek û nerazîbûnên gel her ku zêde dibe.
Hevserokê Giştî yê Mala Gel Nurî Gunay û Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî, diyar kir ku erkdarkirina qeyûm ne tenê pirsgirêka 3 bajaran e, lê belê ya hemû gelê Tirkiyeyê ye.
Her wiha diyar kirin ku erkdarkirina qeyûman bêçarebûna AKP-MHP’ê bi nav kirin.
Bertek û nerazibûnên li dijî erkdarkirina qeyûm li Şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê her ku diçe zêde dibe.
Hevserokê Giştî yê Mala Gel Nurî Gunay, di roja 7’an de tevlî çalakiya li Amedê bû û erkdarkirina qeyûman şermezar kir.
Gunay têkildarî erkdarkirina qeyûman axivî û got:
“Ne tenê hilbijêrên dengê xwe dane HDP’ê; hilbijêrên ku partiyên din hilbijartine jî li kolanan in.”
Gunay destnîşan kir ku ev ne tenê pirsgirêka 3 bajarên ku qeyûm lê hatine erkdarkirin, lê belê ev pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye û wiha axivî:
“Ev darbeyeke siyasî ye. Pirsgirêk ne tenê ya şaredariyên ku qeyûm lê hatine erkdarkirin.
Pirsgirêk a hemû beşên ku Tirkiye tê re derbas dibe ye.
Di hilbijartina 31’ê Adarê de li Tirkiyeyê dîmeneke aştiyê derket holê.
Ev vîn û daxwaza aştiyê hatiye binpêkirin.
Demokrasî û daxwaza gel a rêveberiya herêmî ya demokratîk hatiye binpêkirin. .”
PARLAMENTER SARISAÇ: LI DIJÎ VÎNA BI MILYONAN KES, DARBE PÊK HAT
Her wiha Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî , desteserkirina şaredariyan nirxand.
Mûrat Sarisaç, erkdarkirina qeyûman weke bêçarebûna AKP-MHP’ê bi nav kir û diyar kir ku li dijî vîna milyonan darbe pêk hatiye û wiha got:
“Erkdarkirina qeyûman darbe ye.
Ji bo pêşîligirtina vê yekê, divê li Kurdistanê tifaqa neteweyî bê pêşxistin û bi gelên Tirkiyeyê re eniyeke berfireh a demokrasiyê bê avakirin.
AKP’ê Tirkiye xistiye rewşa girtîgehek vekirî û li her herêmê alozî û rageşî heye. Tu mafên jiyanê yên domkratîk tuneye û di vê rewşê de AKP nikare welat bi rêve bibe.”
Her kesên alîgirê mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê divê li dijî vê tundiyê û yên ku fermana vê tundiyê didin çalakiyan bikin û li dijî desteserkirina şaredariyan têbikoşin.