Beşar El Esed: Eger artêşa Tirkiyê ji Sûrî derkeve ez ê bi Erdogan re bicivim

Li Moskow amadekariyên civîneke 4 alî tê kirin. Ji bo vê yekê serokê hikumeta Şamê Beşar El Esed li Rûsyayê ye. Di demekî ku 12 sal di ser şerê li Sûrî re derbas bûn de, El Esed bi eşkereyî ji Tirkiyê re got: Ji bo hevdîtina min ya bi Erdogan re, divê tevahî leşkerên Tirkiyê ji xaka bakurê Sûrî derkevin.

12 sal di ser wêraniya li Sûriyê re derbas bû.

Dagirkerî û destwerdana dewleta Tirk ya di xaka xwelat de alozî kur kir.

Niha jî bi hewildana Rûsya, amadekariyên civîneke 4 alî li Moskowê tê kirin.

Doh di demekî ku şerê li Sûrî 12 sal li pey xwe dihişt de, Serokê Hikumeta Şamê Beşar El Esed berê xwe da Rûsya.

El Esed li wir bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re civiya.

Aliyan, carek din qala piştevanî û yekgirtinê kirin.

Hemwextî ku wê Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Hkumeta Şamê vê hefteyê bicivin de Esed şertê xwe yê hevdîtina bi Erdogan re eşkere kir.

Beşar El Esad diyar kir ku ew amade ye bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Ji bo vê yekê şertê ku divê leşkerên dewleta Tirk a qirker ji bakurê Sûrî derbikevin danî.

Serokê Hikumeta Şamê li ser mijarê ji çapemeniya Rûsiya re axivî.

El Esed îşaret bi piştevaniya Tirkiyê ya ji bo komên çeteyan kir û got:

Divê Enqere jî hemû piştgiriya ji terorê re rawestîne.

Piştî vê yekê dikarîn bi Erdogan re hevdîtinê pêk bînin.

Di vê hevpeyvînê de Esed pirsa “eger şerê li Sûriyê negihêje encamê, armanca vê hevdîtinê çi ye û çima tê lidarxistin?” pirsî.

Kremlîn: Em ewhil didin Erdogan û Esed bicivînin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî doh piştî hevdîtina Esed û Serokê Rûsya Vladimir Putin daxuyaniyek da.

Kremlînê destnîşan kir ku têkiliyên Şam û Enqereyê hatin gotûbêjkirin û di serî de îşaret bi hewldanên Moskowê yên “lihevkirina” her du welatan kir.

12 Sal di ser şerê li Sûrî re derbas bûn

Di şerê li Sûrî yê ku 15’ê Adara 2011’an despêkirî û heta niha bêtirî 614 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

Nêzî 6 mîlyon kes koçberî derveyî welat û 6 mîlyon û 700 hezar jî cihê xwe di nava welat de dan guhertin.

Tevî 12 saş dernas bê, lê niha hîna jî li ser xwîna gelê herêmê bazar têne meşandin.

Back to top button