HEJMARA COTKARÊN ZIRAR JI ŞEWATA ZEVIYAN DÎTINE, EŞKERE KIR

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser hejmara cotkarên ku zirar ji şewatên li herêmên Rêveberiya Xweser dîtine, eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê 6 hezar û 36 cotkarî zirar dîitne. Desteyê diyar kir ku wê di demek nêz de zirarên cotkarên dabîn bike.

 

Mewsima çandiniyê ya îsal li herêmên Rêveberiya Xweser rastî şewatên mezin hatin û zirarek mezin bi xwe re anî.

Li gorî daneyên Desteya Çandiniyê, rûberên şewatan gihaştin zêdetirî 435 hezar û 500 donim li tevahî bajar û herêmên Rêveberiya Xweser.

Zirarên canî jî, 14 sivîl û leşkeran di dema vemirandina şewatan de jiyana xwe ji dest da.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser bi hevkariya Heyva Sor u Yekîtiya cotkaran xebata komkirina alîkariyê dewam dikin.

Wê xebata desteyê dawiya meha Tebaxê bi dawî bibe.

Komîteyên ku Desteya Aborî û Çandiniyê ji bo diyarkirina rûberên şewatan erkdar kirine, xebatên xwe bi dawî kirin.

Di destpêka meha Îlonê de wê civîna desteyê ya dabînkirinê were lidarxistin.

Li gorî daneyên desteyê, hejmara cotkarên zirar dîtine 6 hezar û 36 cotkar in :

HERÊMA CIZÎRÊ : 4 HEZAR Û 250 COTKAR

HERÊMA FIRATÊ: 948 COTKAR

MINBIC: 66 COTKAR

TEBQA: 639 COTKAR

REQA: 54 COTKAR

DÊRA ZORÊ: 79 COTKAR

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ev şewat bi zanebûn dihatin kirin û got:

Aliyên li pişt, hewldana wan a derbkirina aboriya herêmê û şerkirina şêniyên wê ya pariya jiyana wan e.

Her wiha fitneyê û bêbaweriyê di nava rêveberî û şêniyên herêmê de çêkin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û aliyên pêwendîdar hin kesên biguman ku destê wan di şewatan de heye, girtin.

Li ser mijarê ji bo ewlehiyê tu agahî nehatine dayîn.

Leave a Reply

Back to top button