XEBAT ANDOK: DAGIRKIRINA ŞAREDARIYAN JÎ, ENCAMA POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINA KURDAN E

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok bal kişand ser dagirkirina şaredariyên HDP’î û weke şerê qirkirinê bi nav kir. Andok destnîşan kir, divê kes xwe li derveyî vî şerî nebîne, ji ber ku ev şer li dijî tevahiya Kurdan tê kirin.

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û dagirkirina şaredariyên HPD’ê nirxand.

Xebat Andok destpêkê îşaret bi siyaseta qirkirinê ya Tirkiyê li dijî gelê Kurd kir û got:

Kî xwe li derveyî şer bibîne, ew tenê xwe dixapîne.

Niha dewleta Tirk li dijî Kurd û Kurdistanê yek polîtîkaya qirkirinê dimeşîne.

Divê mirov li dijî dagirkirina şaredariyan matmayî nemîne.

Yanî dewletek ku mejiyê xwe Bahçelî be, Perînçek be û bi destê Erdogan hemû kiryaran pêk bîne, wê hebûna Kurdan jî qebûl neke. Divê ev yek were zanîn.

 

XEBAT ANDOK: DEWLETA TIRK FIKIR Û BERNAMEYA HDP’Ê JI BO XWE XETER DIBÎNE

Xebat Andok sedema êrîşên li ser HDP’ê jî nirxand û ev tişt anî ziman:

Ji ber ku di nav HDP’ê de temsîliyeta hemû civakê heye û HDP hem di milê zîhnî de, hem jî di milê bernameyî de hemû cûdahiyan diparêze, dewleta tirk êrîş dike.

Niha hêza diyarker ku ji guhertina Tirkiyê re pêşengtiyê bike Kurd in.

Konsepta êrîşa li dijî HDP’ê jî ji ber vê yekê ye.

 

XEBAT ANDOK: DIVÊ CHP JÎ HIŞMENDIYA XWE YA LI DIJÎ KURDAN BIGÛHERÎNE

Xebat Andok îşaret bi helwesta mûxalefetê taybet ya CHP’ê jî kir û got:

Mesela CHP ne mûxalefeteke zîhnî ye û ne jî pratîkî ye.

Ev rewş ji bo CHP’ê wê bibe ezmûn. Gelo wê CHP’ê xwedî axaftinên xwe yê li dijî darbeyê derkeve ?.

Ger CHP’ê di axaftinên xwe de demokrasîxwaz be û dijî darbeyê derkeve û piştre bêje bila kes dernekeve kolanan ev yek rûyê rast ê CHP’ê nîşan dide.

Divê CHP’ê tişta ji bo xwe rewa dibîne ji bo Kurdan jî bibîne.

Ne tenê AKP’ê divê CHP’ê jî zihniyeta xwe biguherîne.

 

XEBAT ANDOK: DIVÊ TEKOŞÎN LI HERDERÊ, TAYBET JÎ LI METROPOLAN BELAV BIBE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok herî dawî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ev bang kir:

Niha gelê me di nav şer deye û dijmin piralî êrîş dike.

Wê çaxê civaka me jî serî heta binî divê bikeve nav pozisyona şer.

Rojeva her kesî yek e, rojeva Kurdan berxwedanî ye.

Taybet gelê me yê metropolan divê rola xwe bilîze. Dewleta Tirk ji metrepola ditirse.

Divê gelê me ji bo têkçûna Erdogan bi her şêwazê li berxwe bide.

Bi têkçûna Erdogan re wê li Tirkiyê, Sûrî , Iraqê û her deveran aramî çêbibe.

Leave a Reply

Back to top button