MÎT’a Tirk bilûrvanê Efrînî Hisên Hec Nasir revand

Hovîtiya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê didome. Çete projeyên guhertina demografriya Efrînê bi hinceta destekdayîna mexdurên erdhejê didomînin.

Meclisa Xwecihî ya girêdayî dewleta Tirk bi sedan kon li aliyê rojava yê navenda Efrînê danîn.

Ajansa ANHA’ê diyar kir ku kon bi hinceta bicihkirina mexdûrên erdhejê hatine danînin, lê belê ji avakirina mêtingehane û berfireh-kirina projeyên xwe yên guhrtina demografiya Efrînê ne.

Li aliyekî din jî MÎT’a Tirk bilûrvanê Efrînî yê bi navê Hisên Hec Nasir li Istenbûlê revand.

Heya niha derbarê aqûbeta Hec Nasir de tu agahî nehatine bidestxistin

Back to top button