Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şehîdên Helebçeyê 5 deqeyan rêz hat girtin

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebceyê, gel 5 deqeyan rêzgirtin û soza domandina têkoşînê heta cezakirina kujeran dan.

Îro 16’ê Adarê salvegera 35’an a Komkujiya Helebceyê ye.

Gelê herêmê û endamên Deste, nivîsgeh û meclisên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo giyanê şehîdên Helebceyê 5 deqeyan rawestiyan.

Heta 5 deqeyan li tevahî bajar û navçeyên herêmê jiyan sekinî, dikan hatin girtin, çûn û hatin hat rawestandin.

Li bajarê Dêrikê gel daketin qadan û 5 deqe rêz ji bo şehîdên Helebce rêz girtin.

Sazî û rêxitinên li Kobanê jî; ji bo Helebçayê çalakî li dar xistin.

Li Şehbayê jî şehîdên Helebceyê bi rêzê û çandina daran hatin bîranîn.

Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji bo salvegera komkujiya Helebce welatî daketin qadan û çalakiya rêzgirtinê li dar xistin.

Şêniyên Minbicê jî ji bo salvegera 35’an a komkujiya Helebceyê 5 deqe rêz girtin.

Yekîtiya Jinên Ciwan jî li Dêra Zorê bi daxuyaniyekê komkujiya Helebceyê şemrzar kirin û gotin: Mezinkirina têkoşînê li dijî hemû projeyan rêya yekane ya bidawîkirina hemû cureyên qirkirinê ye..

Bi heman boneyê, PYD jî li Hola Reşo ya bajarê Hesekê civînek li dar xist.

Li taxa Zour Ava a peyîtexta Sûriyê Şamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê 35’mîn salvegera komkujiya Helebçeyê bi amadebûna bi dehan şêniyan bi bîr anî.

Back to top button